Li Rojavayê Kurdistanê amadekarîya xwendina online tê kirin

Desteya Perwerdê li Rojavayê Kurdistanê ji ber metirsîya belavbûna vîrusa koronayê amedekarîya perwerdeya li malê dike.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê Kewser Doko ragihand ku, ji ber metirsîya belavbûna koronayê, girtina dibistanan li herêmê berdewam dibe û ew ji bo berdewakirina perwerdeyê amedekarîya xwendina li malê dikin.

Kewser Doko got dê xwendevan perwerdeya xwe li malê, bi rêya dersên amedekirî werin dayîn.

Desteya Perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê, ji 14ê Adarê û heta niha biryara bêhinvedana tevahî dibistanan dabû.

Li Rojavayê Kurdistanê 789 hezar û 225 xwendevan li 4 hezar û 317 dibistanan xwendina xwe dikin.

Ev yek di demekê de ye, ku Rêveberîya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19 li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola wê rêveberîyê de, ji roja Duşemê 23ê Adarê ve bo dema 15 rojan qedexeya derketina derve ragihandîye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e