Li gundewarê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çinîna genim destpê kiriye. Patoz di nav zeviyan de ne, lê weke cotkar dibêjin, berhemê îsal ji ber hişeksaliyê zêde kêm e.
Ibrahîm Zixeyir cotkarekî xelkê Qamişlo dibêje, “Em çinînê dikin, em bi hêvî ne tenê tovê sala bê bidest me bikeve, eger em sinbilan bifiroşin nirxê du çiwalên tov naynin, em neçar bûn biçinin daku ka bibe heqdestê çinînê, û berhem jî bibe tovê sala bê.”
Komkirina pûş û kayê jî li pey patozê bûye derd û êşek ji bo xwedî pez û ajelan.
Xelkê navçeyê zêde destteng bûne, bi her awayî dixwazin debara jiyana xwe ji paşmayên çinînê werbigirin.
Welatiya bi navê Um Ehmed ku ji bo debara jiyanê karkeriyê dike, behsa rewşa dijwar a jiyanê ji ber bandora hişkesaliyê li Qamişlo û gundewarên wê dike.
Em Ehmed dibêje, “Em ji gundê Hîmo ne, temenê me di navbera çil û pêncî de ye, divê em kar bikin daku debara malbatên xwe dabîn bikin, ev du sal hişkesaliye. Nirxê pez daketiye, hevdem nirxê êm û kayê bilind bûye, em zêde destteng bûne. Heqdestê me bi zorê têra xwarina me dike.”
Ji aliyê xwe ve Desteya Çandinî û Avdanê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, dema barîna baranê dereng ket, bi hawara cotkaran ve çû, çi di warê peydakirina sotemenî û avdanê de yan jî di warê parastina zeviyan de alîkariya cotkarên herêmê kir.
Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê li Herêma Cizîrê, Metlûm Hesen ragihand, “Ji xwe piştgiriya me hebû di warê genim û mazotê de, simad hat dayîn, bi giştî ew piştgiriya me bû. Ew pêla hişkesaliyê bandoreke mezin li berhem kir, plana me ji bo ku em vê pirsgirêkê derbas bikin, zêdekirina beşa avî bû ew jî di rêya kolandina bîran re, berdewamkirina rêpêdana bi bîran, herwiha cîbicîkirina avdana pêşketî, ji bo em aveke kêm bikar bînin û rûbereke zêde biçînin.”
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê nêzîka 600 hezar hektar genim û ceh bejî û avî hatiye çandin. Tê pêşbînîkirin ji ber hişkesaliyê berhem zêde kêm be, ev di demekê de ye Rêveberiya Xweser wergirtina yek kîlo genim ji cotkaran bi 2,200 Lîreyên Sûrî û yek kîlo ceh bi 1,600 lîreyan pesend kiriye.
Rêveberiya Xweser herwiha derbarê veguhestina berhemê genim di navbera navçeyên rêvebriyê de jî biryarek taybet derxistiye û li gor biryarê veguhestina genim ji aliyê cotkaran bê rêpêdaneke fermî qedexe kiriye.
Her di çarçoveya heman biryarê de, Rêveberiya Xweser ragihandiye kesên pabendî biryarê nebin dê di navbera 1,000 heta 10,000 dolar cezayê darayî û salek zîndan bi ser wan de bê sepandin.
Rûdaw