Ev 18 sal in rewşa Hesen Mihemed ê terzî bi vî rengî ye, bi ser êşê de mehê derdora nîv milyon lîreyên Sûrî li xwe dide.
Nexweşê bi navê Hesen Mihemed Elî dibêje, “Derman nayên peydakirin, berê li Şamê bê beramber dihat dan lê niha em dikirin, ez her car 300 hezarî didim ji bo her carekê pêwistiya min heta 21 rojan bi carekê heye.”
Rêveberiya Xweser bi biryarekê, ji 15 vê mehê ve, her sêşem ji bo derbaskirina 20 nexweşên şêrpencê, ji Rojava bo Başûrê Kurdistanê destnîşan dike.
Pîzişkên pispor dibînin ku li beramber hejmara rastî ya tûşbûyan, 20 kes hindik in lê Desteya Tenduristiyê behsa wê yekê dike ku piraniya nexweşan serdana Şama paytext dikin.
Rojîn Ehmed, Berdevka Komîteya Tenduristî li Qamişlo dibêje, “Herêma Cezîrê zêdetir ji hemû bajarên Sûrî ye ji ber hebûna petrolê, nexweş zêdetir diçin Şamê ji ber ku ji rêya sînor rehettir e, derman tenê li navendên taybet yên şêrpencê li Şamê hene û tên peydakirin.”
Derman him ji Başûrê Kurdistanê û him ji navxweya Sûriyê tên ku pakêta herî erzan bi 50 hezar lîreyan e, wate mûçeyên mehek sax yên karmendên hikumetê.
Tevî ku projeyek ji bo avakirina navendeke taybet û peydakirina dermanan bê beramber, ji aliyê Rêveberiya Xweser hebû lê ji ber ku tevaya karînên tenduristî ketin di xizmeta Corona de, ew proje nehat cîbicîkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Pîzişkan, behsa amarên metirsîdar dike, ku ji sedî 20 xelkê bi şêrpencê dikivin.
Rudaw