Jîngeha Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber avêtina zibil û gilêşê bi awayekî bêserûber qirêj bûye û dîmenekî ne şîrîn û xirab nîşan dide.
Desteya Jîngehê ya Rojavayê Kurdistanê hişyariyê dide û dibêje, ziwabûna çemên Xabûr û Ceqceqê, birîna daran, bikaranîna jeneratoran û êrişên Tirkiyeyê bûne sedema karesata jîngehê.
Li gorî nêrîna berpirsên desteyê, rewş bi wî awayî berdewam bike û bûdceyeke taybet ji bo parastina jîngeha Cizîrê neyê terxankirin dê karesateke mezintir pêk were.
Li gorî Desteya Jîngehê di salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji sedî 95ê daristan û çavkaniyên sirûştî yên Cizîrê zerer dîtine.
Her wiha ji sedî 90ê darên ku nava bajar û gundan jî hatine birîn.
“Ji ber êrişan û dorpêçê jîngehê zerer dîtiye”
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Ehmê li ser rewşa jîngehê wiha got:
"Ji ber ku jîngeha herêmê zerer dîtiye û berdewamiya dorpêçê û êrişan ev yek bûye sedema jîngeh bêhtir ber bi têkçûnê ve biçe.
Em dibînin rêjeya dûxanê li nava hewayê ji ber bikaranîna jeneratoran zêde bûye, ji ber wê jî nexweşiyên pişikê û penceşêrê li herêmê zêde bûne."
Li gorî gotina Mihemed Ehmê qutkirina ava çemên wekî Firat, Xabûr û Ceqceqê bûye sedema karesateke jîngehî ku ne kêmî şerê navxwe yê Sûriyeyê ye.
Mihemed Ehmo behsa bandora êrişên Tirkiyeyê yên li jêrxana Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:
Em niha ji ber êrişên berdewam ên Tirkiyeyê jêrxan û çavkaniyên me ne di rewşeke baş de ne.
Ji ber êrişan em gelekî desteng bûne û nikarin beramberî jîngehê bi erkên xwe rabin.
Heta ku em nikarin ti projeyan jî cîbicîh bikin."