Li Rojavayê Kurdistanê mînek bi 4 zarokan de teqiya

.

Li gundewarê Eyn Îsa li herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê mînek bi 4 zarokan de teqiya û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, îro Înê li nêzîk gundê Ebû Sira yê girêdayî bajarokê Eyn Îsa, mînek bi 4 zarokan ve ku li ber pezên xwe bûne, teqiyaye.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine, di encama teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 2 zarokên din jî birîndar bûne.

Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarokê Eyn Îsa.

Ew di demekê de ye, ku di van rojên dawiyê de artêşa Tirkiyê û komên çekdarên topbaran û êrîşên xwe li gundewarê bakurê Eyn Îsayê zêdetir kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye, ku roja Çarşemê hêzên wan êrîşeke berfireh a komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bo ser gundê el Malikî li bakurê Eyn Îsa têk birine, ku di encamê de 18 çekdar hatine kuştin.

Bi gotina HSDê, serkirdeyekî DAIŞê yê berê yê bi navê Ismaîl el Îdo jî di nava çekdarên kuştî de ye.

HSDê diyar kiriye, ku di vî şerî de 4 kes ji şervanên wan jî birîndar bûne.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne