Navenda Nûçeyan - Qedexeya çûnûhatinê ji îro 23ê Adarê saet 06:00ê serê sibê ve dest pê kir û hêzên ewlehîyê û Asayişa Rojava li ser cade û rêyên sereke çavdêrîya cîbicîkirina qedexeyê dikin.
Pêr 21ê Adarê jî qedexeya çûnûnhatinê di navbera bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê de hatibû ragihandin, lê belê ji ber cejna Newrozê xelk gelek pabendî vê biryarê nebûbûn û ji bo pîrozbahîyên cejnê derketibûn derve.
Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Rêveberîya Xweser, Bêrîvan Xalid ji Rûdawê re ragihand, “dê hêzên ewlekarîyê ji bo bicîkirina bîyara qedexeya derketina derve dakevin ser cadeyan”.
Bêrîvan Xalid daxwaz ji welatîyên Rojavayê Kurdistanê jî kir, ku pabendî biryar û rênimayan bin.
Encûmena Rêveber a Bakur Rojhilatê Sûrîyê jî ragihand, her kesê ku qedexeyê binpê bike, dê rastî tedbîrên yasayî bê û were cezakirin.
Serokê Desteya Tendirustîyê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Menal Mihemed jî di bernameya Nûroja Dostan a Rûdaw TV de derbarê biryarên Rêveberîya Xweser de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê îmkanên me kêm in, em hewl didin bi tedbîrên tundtir rê li ber belavbûna vîrusa Koronayê bigirin, lewma jî me biryara qedexeya derketina derve da”.
Menal Mihemed herwiha got, wan tîmên taybet ên tendirustîyê amade kirine, herwiha wan 4 xetên telefonê jî ragihandine, daku xelk di demên pêwîst de peywendîyê bi alîyên peywnedîdar bikin û li ser her rewşeke koronayê zanyarîyan bidin.
Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên di bin desthilata xwe de, biryara qedexekirina çûnûhatinê daye.
Biryar roja 19ê Adarê ji alîyê Hevserokatîya Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Bêrîvan Xalid û Ebid Elmihbaş hatibû dan.
Rêveberîya Xweser herwiha hemû biryara girtina kafeterya, xwaringeh, bazar, salonên şahîyan, ofîsên doktoran û baxçeyên zarokan anku kireş daye.
Li Rojavayê Kurdistanê, tenê nexweşxane, navendên tendirustî, dermanxane, rêxistinên navdewletî, Heyva Sor, Xaça Sor, lijneyên taqîmkirinê, karê paqijkirina bajêr, firin, otomobîlên ku xwarinê û şîrê zarokan dibin, dê karê xwe bikin û nayên girtin.
Rêveberîya Xweser daxwaz ji xelkê kirîye ku pabendî biryar û rênimayîyan bin û tekez kirîye, kesên ku van biryaran binpê bikin dê bêne cezakirin.