Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, rejîma wî welatî ne tenê navên gundên Kurdên Êzidî diguhert, rê bi cihên wan ên taybet an perestgehan jî nedida, lewma ji destpêka rûdana krîzî û vebûna rêyên Ewropayê ve, piraniya wan derketin.
Yek ji wan hemwelatiyên Kurdên Êzidî bi navê Ebdulrizaq Derwîş ê 62 salî ku niha mijûlî çandiniyê ye, di bêdengiya gund de, bi tenê maye.
Cotkar Ebdulrizaq Derwîş dibêje, “80 malên Êzidî li vir hebûn, niha çar mal mane, ên din çûn Fransa, Almanya, Belçîkayê. Sala 2011 Cebhet El Nusra hat vê derê, em tirsiyan, me hesabê xwe kir, ciwanên me çek hilgirtin.”
Rêxistina Êzdina ku taybet e bi karûbarên Êzidiyan di dîdarekê de li bajarê Hesekê hişyarî derbarê jinavçûna ola Êzidî de da.
Di demekê de ku hejmara Kurdan li Sûriyê beriya krîza wî welatî bi 3 milyon dihat texmînkirin, hejmara Kurdên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê 85 hezar kes bû; 35 hezar ji wan li Efrînê û 50 hezar li Cezîrê, lê niha tenê 10 hezar mane, 2 hezar li Efrînê û 8 hezar li Cezîrê.
Çalakvanê Êzidî Cabir Cindo dibêje, “Rewşa Êzidiyan xirab e ji ber ku nizanin pêşeroja wan çiyê, ew ber bi jinavçûnê diçin. Divê hevpeyman, NY tevaya deverê biparêzên, eger navçe neyê parastin, Êzidî jî nayên parastin.”
Piraniya Kurdên Êzidî mijûlî çandiniyê ne û xwediyên 22 gund li Efrînê, 6 gund li Serê Kaniyê, 6 gund li Tirpêsipiyê û derdora 30 gundan di navbera Hesekê û Amûde ne.
li taxa Zerdeşt li naverasta Serê Kaniyê jî, 100 malên Kurdên Êzidê diman lê êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar karîgeriyeke gelek xerab li ser wan jî kir.
Rudaw