Navenda Nûçeyan - Îro roja pêncşemê 28.05.2020an Desteya Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê bidawîbûna xwendinê daxuyanîyek belav kir. Di wê daxuyanîyê de hatîye aşkerekirin hemû xwendekar dê bêne veguhastin bo asta bilindtir li gorî sala xwendinê ya bê ya 2020-2021ê.
Desteya Perwerdeyê herwiha biryar daye ku proseya fêrbûna ji dûr berdewam bike û derbarê xwendekarên bawernameya lîseyê ango yên herdu herêmên Efrîn û Feratê de dê nirxandin û ezmûn bêne encamdan.
Ev biryar li gorî encamên civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser û sivîl re hatîye dan.
Biryarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser bi vî awayî ne:
Sala xwendina ya 2019-2020an bidawî dibe.
Tevahîya xwendekar û şagirt li gorî astan derbasî sala xwendinê ya bê 2020-2021ê dibin.
Berdewamkirina xwendina online da ku xwendekar kêmasîyên xwe derbas bikin.
Lidarxistina ezmûnên asta amadehî li her du kantonên Efrîn û Firatê