Li Rojhilata Kurdistanê 320 karkerên piraniya wan Kurd in ji kar hatin dûrxistin

320 karkerên kaneke zêran li bajarê Tikabê yê Rojhilatê Kurdistanê ji kar hatin avêtin, ku piraniya wan Kurd in.

Li gor nûçeya ajansa dewletî ya Kar a Îranê ILNA, bi hatina demsala zivistanê, rêveberiya kana zêran a Axdere li bajarê Tikabê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, 320 karkerên wê kana zêr agehdar kirine ku êdî vegerin malên xwe û girêbesta wan nû nekiriye.

 

Bi giştî 530 kes di wê kana zêran de kar dikin, ku piraniya wan Kurd in, û beşek biçûk ji wan karkeran Azerî ne.

 

Karkerên wê kana zêr gotine, ku rêveberiya kanê her sal di demsala zivistanê de bi hinceta ku di sermayê de îmkana karkirinê nîne, karkerên demkî ji kar dike derê.

 

Li gor zanyariyan, karkerên ku li kana zêr a Axdere ya Tikabê ji kar hatine dûrxistin, di navbera yek heta deh salan de ye ku li wê kanê mijûlî kar in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin