Li Rojhilata Kurdistanê erdhej!

Li bajarên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilata Kurdistanê, bi pileya 5.2an erhejek pêk hat.

Hat ragihandin, li bajarên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilata Kurdistanê, erdhejek bi pileya 5.2 rîxterê rû da.

Li gor ahagîyên destpêkê, li bajarê Îlamê, hêlên telefon û înternetê hatine birrîn.

 Li gor çapemeniya fermî ya Îranê, îro 1ê Avrêlê, piştî nîvro erdhejek bihêz a 5.2 li bajarê Somar ê ser bi Qesrî Şirîn a parêzgeha Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê pêk hat û wê erdhejê bajarên ser bi Îlamê jî li xwe girt.

Malpera Fars News ragihand, ew erdheja ku bi hêza 5.2 pêkhatiye û demjimêr 14:14ê li gor demjimêra Îranê di kûrayiya 10 kîlometreyan bin erdê da bûye û navenda erdhejê 22 kîlometreyan nêzîkî bajarê sînor ê Somar e.

Çapemeniya Îranê belav kir erdhej hemdem e li gel şepola barîna barana zêde û lehî li parêzgeha Îlamê rabûye û ew erdhej jî bûye sedem ku xetên telefonê li Îlamê qut bibin û rewşa awarte bê ragehandin û hat ragehandin xelk di rewşekî xirab de ye.

Çapemeniya Îranê behs dike ku ew erdhej li parêzgeha Îslam jî hejandiye û li hin çavkaniyan jî ragehand, li Merîwan a ser bi parêzgeha Sine jî hatiye hest kirin.

(Basnews, K24)

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne