Grêv îro 12ê Îlonê li bajarê Sinê, Merîwan, Seqiz, Bane, Mihabad, Bokan, Şino, Pawe û Pîranşarê destpê kir û dikan û bazar hatine girtin .
Rêxistina Mafê Mirovan (Hengaw) ragihand, hikûmeta Îranê bo têkdana hemahengiya di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê giran kiriye û li çend navçeyan jî bi temamî qut kiriye.