Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 207 kes di erdhêja di 12ê Mijdarê de can xwe dane.
Rojhilat, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê erd bi tundî hejiya û ziyan û zerarek mezin gihandîye gelê Kurdistanê. Ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin gihîştiye xanî, avahî û avahîyan.
Li gorî agahîyan, tenê li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 207 kesan cane û hezar û 686 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nine lewma tirsa wê heye hejmara miriyan zêdetir dibe.
Herweha Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kuridstanê Dr. Rêkeft Hemereşîd ragihandîye, ku ji ber erdhêjê li Başûrê Kurdistanê 7 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 321 kes jî jiber birîndarî û tirsê gihandine nexweşxaneyan.
.