Li gor amarên tomarkirî yên Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw di sala 2018an de zêdetirî hezar hemwelatiyên kurd ji aliyê navendên ewlehiya Îranê ve hatine girtin ku nasnameya 70 kesan aşkera nebûye.
Li gor amarên Hengaw bi giştî 710 hemwelatiyên kurd ku hatine girtin, navê wan aşkera bûye û zêdetir ji sedî 58 ango 412 kes bi tometa çalakiyên siyasî û alîkarî û endamtiya partiyên Kurdistanî yên dijberê Îranê ve hatine girtin.
Herwaha 170 çalakvanên sivîl ango sedî 24ê wan jî, 40 çalakvanên mezhebî, 39 kolber û 35 çalakvanên karker di sala 2018ê de hatine girtin.
Herwaha di sala borî de 4 hemwelatiyên bakûrê Kurdistanê û 10 hemwelatiyên xelkê başûrê Kurdistanê ji aliyê navendên ewlehiya Îranê ve hatine girtin.
Li gor amarên hatî tomarkirin ji 710 kesên ku nasnameya wan aşkera bûye ku hatine girtin, 44 kes ji wan jin, 14 kes zarok bûne. Herwiha 22 kes rojnamevan û çalakvanên çapemeniyê ne, 2 kes parêzer, 7 kes mamostayên dibistan û zankoyê û 32 kes jî xwandevanên zankoyê bûne.