Îro danê sibê, hejmarek berçav ji bajarên Îran û Rojhilata Kurdistanê dikan û bazar hatin girtin.
Hate ragihandin piraniya dikan û bazarên li Sine, Seqiz û Banê hatine girtin û xelkê ji ber cîgirnebûna nixrên bazarê û xirabiya xizmetguzariyan biryara mangirtinê dane.
Hate gotin, li hejmarek bajarên din ên Îranê jî amadekariyên mangirtinê û girtina dikan û bazaran tên kirin.
Nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdisatanê û Îranê piştî wê yekê tê, bi sedema sepandina cezayên Amerîka li ser Îranê, rewşa aborî ya wî welatî xirap bûye û asta bêkarî û hejariyê bilind bûye.