Li Ruhayê di nava 3 salên dawiyê de 36 kes ji ber şerê li ser zeviyan hatine kuştin. Di nava 10 salên dawiyê de hejmara kuştiyan ji 150 kesî zêdetir e.
Li gorî parêzeran sedema şerê li ser zeviyan, qanûna tapo kadastroyê ye ku zeviyên xelkê bi awayeke xelet tapo kirine û vê yekê jî şerê li ser zeviyan sortir kiriye. Ji bo ku li Ruhayê şerê li ser zeviyan careke din çênebin, parêzer dixwazin di qanûna tapû kadastroyê guhertineke nû bê çêkirin û sînorên xelet ên zeviyan bê sererastkirin.
Gundê Bizircê jî yek ji wan gundan e ku bûye cihê şerê xal û xwarz û ap û birazan. Nakokiyên li ser zeviyan, di hilbijartinên muxtariyê de der bûye. Di encama şer de kesek tê kuştin û ji 20 kesan jî zêdetir birîndar dibin.
Ji ber şer hin malbat neçar dimînin ji gund bar bikin. Piştî demekê li hev tên û li nêzî gundê xwe yê berê gundekî nû ku ji 7 malan pêk tê ava dikin. Mihemed û Alî, du ji wan malbatan e ku bar kirine. Niha ji ber wî şerî gelek poşman in.
Alî Çetîndag, Gundiyê Bizircê, “Gerek ev doz di nava me kurmancan de tunebin. Divê em xweş bin, ji hev re rast bin. Em hevdu perîşan nekin, mexdûr nekin. Me kir, bila dostên me nekin, bila mirovên me nekin.”
Muhamed Babacan, Gundiyê Bizircê, “Ew jî poşman in, em jî poşman in. Zarokên wan jî sêwî man, bê bav man. Em jî hatin li vir perîşan bûn. Em çûn li deran geriyan, me ji gund bar kir. Piştî em li hev hatin, em nû hatin me li vir ji xwe re xanî lêkir.”
Li Ruhayê di nava 3 salên dawiyê de 36 kes di encama şerê li ser zeviyan de hatine kuştin.
Gelek malbat bûne xwîniyên hev. Lê kesên weke Dr. Ferîdun Oncel ji bo rakirina xwîndariyê bi şev û roj kar dikin. Oncel, di nava 15 salan de 60 malbatên xwîndar li hev aniye û bi sedan kesan ji kuştinê xilas kiriye.
Ferîdun Oncel, Qasidê Aştiyê, dibêje, “Em hêvî dikin careke din şerên zeviyan çênebin. Piştî kuev şer çêbûn û me malbat li hev anîn, êdî wan malbatan dev ji xwîndariyê berdan. Jixwe di van wêneyên aştiyê de jî dixuye ku me çiqas malbat li hev anîne. Hindik be jî hewldanên meyên aştiyê bi ser ket. Em jî ev malbatên ku li hev hatin jî gihiştin vê encamê; kes di şer de bi ser nakeve û di aştiyê de jî zirarmend nabe.”
Li gorî agahiyên ku parêzer didin li Ruhayê bi qasî 140 hezar kes niha di keys û dosyayên dadgehê de yan dozdar an jî weke bersûc xwedî doz in. Lê ji sedî 80yê van dozan yên erd û zeviyan in. Li gorî mafnasan sedema herî mezin a ku şerê li Ruhayê naqede jî tapûkirina xelet a zeviyên xelkê ye.
Hebîb Şeker, parêzerê dozên zeviyan, dibêje, “Çareserî ev e; ew qanûna tapû kadastroyê ku disala 1974an de pêk hat, divê careke din bê guhertin. Di guhertina nû de divê pêşî libezandina sînorên zeviyan bînin, heqê kî bi ser kî ve çûye ji nû ve sererast bikin. Binpêkirina mafên xelkê yên zeviyan divê bên bidawîkirin. Em dixwazin wezaret vê yekê bike. Ger evguhertin çêbe hem dê dawî li van şerên zeviyan bê û hem jî ew dozên zêde yên li dadgehan dê bi dawî bibin.”
Li Ruhayê herî dawiyê 20 roj berê du malbatan li ser zeviyan şer kiribûn û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin. Ji bo ku Ruha êdî bi van kuştinan neyê rojevê, divê nakokiyên li ser zeviyan biawayeke qanûnî yan jî eşîrî, bi eqliyeteke hevpar bê çareserkirin.
Maşallah Dehak: Rûdaw