Li Rûsyayê çalakiyek li ser çanda Kurdî hat sazkirin

.

Kamîz Şeddadî

 Li Rûsyayê çalakiyeke li ser kultura Kurdî ji aliya Enstîtuya Rojhilatzanî ve û bi hevkariya Nûnertiya Hikumetê Herêma Kurdistanê hat rêkxistin.

Xelat Mizûrî ji Başûrê Kurdistanê ye û li Moskowê di Zankoya Pizişkî Ya Seçenovê de dixwîne. Ew, ne tenê îro, di hemû çalakiyên girseyî de bi kinc û bergên neteweyî beşadarî dike.

Ew xortê ciwan di navenda serincê her kesî de ye û her kes hewil dide pê re wêneya xwe bigre û hûriyên kinc û bergên wî nas bike.

Xwendekarê ji Kurdistanê Xelat Mizûrî ji Rûdawê re got: “Xelkê Rûs temaşeyê cilûbergên me dikir û hatin wêneyên xwe ligel min girtin. Ji min pirs kirin navê van cilûbergan çi ye û çawa têne çêkirin. Keyfa xelkê Rûsyayê tê dema Kurdan dibînin. Dema ez bi metroyê dihatim hemûyan ez temaşe dikirim, heta ku polîsan jî xwest ligel min wêneyan bigirin.”

Mijara çalakiyê ku ji aliya Navenda Kulturî ya Enstîtuya Rojhilatzanî ya Rûsyayê ve hatiye rêkxistin, Kultura Kurdî ye. Çalakî bi sernavê "Şarsitaniya ne Rojavayî; Kurd - Cengawerên Rojhilatê "  birêve diçe.

Seroka Navenda Kultura Rojhilatê Lana Feda jî got: “Me hewil dida Kultura Kurdan bi taybet ji Rûsa re pêşkêş bikin. Me hewil da zengîniya vê kulturê, rengarengiya vê kulturê bi nimûneya bigihînin beşdaran re. Min hizir dikir ku îro tenê rûs, şêniyên Moskow û mêvanên paytex beşdarî bikin, lê em dibînin ku gelek Kurd hetine. Ev yek pir dilxweşker e. Diyare ku kurd hez ji kultura xwe dikin. "

Li Rûsyayê ev yekemîn çalakîya li ser kultura Kurdî ye, ku ji aliya Enstîtuya Rojhilatzanî û bi hevkariya Nûnertiya Hikumetê Herêma Kurdistanê hatiye rêkxistin. Bi semînerekî taybet kevneşopî, dilêriya jinên Kurd, estetîka çekên Kurdî û çendîn rûpelên ciyawaz ên dîroka Kurdan ji beşdaran re ji monîtorê hatin pêşkêşkirin.

Cîgirê Serokê Akademiya Kurdî profesor Reşad Mîran jî bi formata online beşdarî kir.

Wekîlê Nûnerê Hikumetê Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Danar Mistefa behsa girîngiya çalakiyê kir û diyar kir ku wan ew çalakî lige Enstîtuya Rojhilatzanî amade kirine.

Beşdarên Rûs ku piraniya wan xwendekar in û pisporên Rojhilatê ne, bi baldarî temaşe li nimûneyên kelepûr û têkberên malê yên Kurdî, pirtûkên li ser kultur û zimanê kurdî dikin.

Rojhilatnas Darya Jigulskaya jî got: “Li Rûsyayê, kultura Kurdî, wek kulturên neteweyên din ên Rojhilatê, ew çend bi kûrahî ne hatiye lêkolîn û ji aliya giresyên firavan ve jî ewçend ji nêz ve nayê nasîn. Lewma jî çalakiyên weha yên girseyî û perwerdeyî pir giring in."

Xwendekar Vîtaliy Koverîn jî dibêje: “Agahiya min li ser kurdan hebû. Vê carê min gelek agahiyên nû li ser şervanî û mêrxasiya kurdan, li ser jinên kurd wergirtin. Agahî û dîmenên li ser kinc û bergên kurdî, li ser çekên kurdan bi rastî pir serincrakêş bûn, bi taybetî ji bo wan kesan ku ne Rojhilatnas in.”

Rûsya yek ji navendên Kurdolojiya cîhanê ye ku bingeha wê dawiya sedsala 18-an hatiye danîn. Belam wek pisporên Rûs jî dan pê didin, danasîna kultur û dîrok û rewşa îroyîn a Kurd Kurdistanê ji nifşa nû ya Rûsyayê re, dê xizmeta xurtbûna peywendiyên Rûsya û Kurdistanê bike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike