Tîmên şûnwarnasiyê yên Japon û Lubnanî piştî sê demsal pişkinîn û vekolînan, bajarekî şûnwarî yê Aşûriyan li deşta Şarezûrê dîtin.
Bajarê dîrokî yê hatiye dîtin, cihê bêhnvedan û hewandina wan karwanan bû ku hatinûçûna bazirganî di navbera Neynowa û Îranê de dikirin.
Şûnwarnasê Japonî Şîn Şinî Yama, radigihîne ku ev cihê hatiye dîtin, ji bo Kurdan gelek girîng e û dibêje, “Lêbelê gelek kêm lêkolînên arkeolojîk li ser hatine kirin. Ev cih girîng e, ji ber ku li ser sînorê di navbera Îran û Îranê ye. Ev der bajarekî mezin ê Aşûriyan bûye ku li gel Îraniyan di şer de bûn. Gelek girîng e ji ber ku qet bajarekî mezin ê Aşûriyan li vê navçeyê hebûna wê nebû.”
Ji bilî dîtina firineke çêkirina xwarinê, goreke şahê Aşûriyan jî hatiye dîtin ku dirêjahiya wê 2.40 metre, pehniya wê 1.60 metre û bilindahiya wê 1.40 metre bûye.
Şûnwarnasê li Şûnwarên Silêmaniyê, Samî Cemîl jî dibêje, “Piştî vekolînên li girê Yasîn, bajarekî mezin ê Aşûriyan li beşa başûrê derwazeyê bajêr hatiye dîtin. Me li naverasta bajêr, gorek dît ku gora malbata şahê Aşûriyan e û heft kes tê bûn, ev jî bo şûnwarnasan girîng e.”
Tîma şûnwarnasiyê, diyar dikin ku cudabûna vî bajarê hatiye dîtin di wê de ye ku kesên sivîl û bêçek tê de niştecih bûn. Ji ber ku ti hêmanek tê de nehatiye dîtin amaje bi hebûna serbazgeh, artêş û hêzên leşkerî bike.
Jiyan li girê Yasîn ê li deşta Şarezûrê digihije çend serdemên cuda ku ev jî, serdema Aşûriyan di navbera 1000-600 beriya zayînê, serdema Exmînî di navbera 559-330 beriya zayînê, serdema Farsan 300-250 beriya zayînê, serdema Sasaniyan 226-651 zayînî û serdema Îslamî 650-160 zayînî, ne.
Li Başûrê Kurdistanê, zêdetir ji 3,000 navçeyên dîrokî û şûnwarî bi fermî hatine tomarkirin û salane tîmên biyanî tên û lêkolînan li hin navçeyan dikin.