Li Şehbayê di navbera YPGê û çekdarên opozisyonê de şer derket

Şeva borî, li navçeya Şehba li bakurê Helebê şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê derket.

Şeva borî, li navçeya Şehba li bakurê Helebê şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê derket.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Mertala Feratê li ser eniya Hirbil li rojavayê bajarokê Marih derketine.

 

Li gor heman çavkaniyan topxaneya artêşa Tirkiyê piştevaniya çekdarên Mertala Feratê kiriye û çend pêgeh li deverê topbaran kirine.

 

Li bakurê Helebê, hêzên YPGê û hêzên beşeke mezin ji navçeya Şehba û 12 gundên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin.

Kurdîstan Haberleri

Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne
Hevdîtina PWK Rêxistina Ewropayê Bi PDPKS Rêxistina Ewropayê Re