Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê û Enstitûya Lêkolinên Erdhejan, erdhej îro saet 2 û nîvê piştî danê nîvro li navenda Harmanli ya girêdayî navçeya Golbaşiya Semsûrê pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdhej li gorî pîvana rîxterê 3.6 e û 5 kilometre di bin erdê de pêk hatiye.