Li navçeya Şemzînan a Çolemêrgê PKKê bi wesayîta bombebarkirî êrişî Qereqola Piradûrê (Durak) a leşkeran kir.
Li gor daxuyanîya Fermandarîya Giştî ya Tirk, di 9 Cotmeha 2016ê, seat di 09: 45 de Qereqola wan ya Durakê ya navçeya Şemzînan a Çolemêrgê tuşî wasiteyeka bi bombebarkirî bûye, di encamê de 8 leşkerên wan mirine û 5 leşker jî birîndar bûne. Birîndaran rakirine nexweşxaneya Çolemêrgê.
Qereqola Durak 17 kîllometre dûrî navçeya Şemizînanê ye û piştî êrîşê rêya Şemzînan-Geverê ji çûn û hatinê re hatiye girtin.