Hate ragihandin li çoltera Şemzînanê, li herêma Kanîreşê pevçûnek di navbera hêzên HPGê û artêşa tirk de pêk hatiye. Di pevçûnê de 2 leşkaran jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê hejmara birîndaran de tu agahiyeke zelal nehate bidestxistin. Li herêma pevçûnê liv û tevgreke zêde ya helîkoptêran jî didome û pevçûn berdewam dike.
Li aliyekî din, li herêma Baregeha Gedîktepe jî bi teqandina narîncokê leşkerek mir û yek ji wan bi giranî 2 leşker jî birîndar in.