Li Seqizê di xwepêşandana ji bo Jîna Emînî de alozî derket; birîndar hene

.

Beşdarên merasîma cenazeya Jîna Emînî li ber avahiya Qaymeqamiyeta Seqizê dest bi xwepêşandanekê kirin û li dijî desthilatdarên Îranê dirûşm gotin. Di navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Îranê de alozî derket. Jîla Mostacer diyar kir ku di xwepêşandanê de bi êrîşa Hêzên Ewlehiyê yên Îranê 13 kes birîndar bûne û hejmarek kes hatrine girtin.

Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Jîla Mostacer beşdarî bultena Rûdawê bû li ser xwepêşandana ji bo Jîna Emînî axivî û got, “Îro li Seqizê di xwepêşandana ji bo Jîna Emînî de 13 kes birîndar bûn û çend kes jî hatin girtin.”

Welatiyeke Seqizî beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Mixabin di dawiya merasîma veşartina wê de, tevî ku hêzên ewlehiyê her der girtibûn jî, xelk ber bi Qaymeqamtiya Seqizê ve meşiyan lê rastî tundûtûjiyê û teqekirinê jî hatin, rewşa bajêr aloz e û xelk tên girtin.”

Hêzên ewlehiyê yên Îranê hewl didin bi çekan û gaza rondikrêj girseyê ji hev belav bikin.

Welatiya ku ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî bultena Rûdawê bû her wiha diyar kir, xelk û beşdarên merasîma veşartina Jîna Emînî bûne, daxwaz ji nûnera Seqizê yê li parlamentoyê dikin ku bersiva gel û hemû jinên Kurd û malbata Jîna Emînî bide.

Wê welatiyê destnîşan kir ku xelk daxwaza zelalkirina çawaniya rûdanê û delîlên qanûnî dikin û daxwaza rawestandina van tawanan dikin.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn