Li ser aloziyên li Hesekê sê partiyên Rojava û Sûriyê bang li HSD û Şamê kirin

.

Sê partiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser aloziyên vê dawiyê yên li Hesekê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji herdu aliyên aloziyê, hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk kirin ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, hersê partiyên Îradeya Gel, Partiya Yekîtiya Demokratîka Kurdî li Sûriyê-Yekîtî û Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê behsa rewş û aloziyên dawiyê li Qamişlo û Hesekê kirin û ragihandin, “ev yek dikare bibe egera karesateke mirovî”, ew jî ji ber rewşa xirab a aborî û jiyana xelkê.

Hersê partî daxwaz dikin, hikûmeta Sûriyê û HSD aram bin û bi “rihê berpirsyaretiya niştimanî û exlaqî” tevbigerin û nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, hersê partiyên Yekîtî, Pêşverû û Îradeya Gel daxwaz ji hemû hêzên siyasî yên Sûriyê dikin ku erkên xwe pêk bînin û “li dijî tevliheviyê û bikaranîna çekan dengê xwe bilind bikin.”

Ew partî daxwaz ji aliyên navdewletî û Şandiyê Navdewletî yê jibo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen jî dikin ku li ser bingeha biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî lezê di çareserkirina siyasî ya krîza Sûriyê de bikin.

Roja 31ê Çileya 2021 li bajarê Hesekê di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û milîsên hikûmeta Sûriyê yên bi navê Berevaniya Niştimanî de alozî derketibû û bo dema nîv demjimêrî dengê çekan li aliyê Çargoşe Ewlekariyê ya bajarê Hesekê hatibû bihîstin.

Medyaya hikûemta Sûriyê ragihandiye, di aloziyan de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne, lê Asayişa Hesekê û Rêveberiya Xweser ew yek piştrast nekiriye.

Alozî piştî wê yekê derket, ku li Çargoşeya Emnî ya bajarê Hesekê ku di kontrola hikûmeta Sûriyê de ye û hemû saziyên hikûmetê lê ne, alîgirên hikûmetê dest bi xwepêşandanê kirin û xwestin ji çargoşeya emnî derkevin, lê asayişê rê li ber wan girt.

Peyamnêra Rûdawê, Vîviyan Fetah ku roja bûyerê li bajarê Hesekê bû û aloziyên li çargoşeya ewlehiyê dişopand, ragihand ku di nav xwepêşanderan de, milîsên hikûmeta Sûriyê yên bi navê Berevaniya Niştimanî "Difae El-wetenî" jî hebûn ku çekên giran bi wan re hebûn û êrîşî rêbendên Asayişa Rojavayê Kurdistanê kirin.

Çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Hesekê rûbera wê derdora 300 bi 100 metrî ye, take taxa bajarê Hesekê ye ku heya niha di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de maye û hikûmet alîgirên xwe li wê derê kom dike.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir