Li ser darvekirina girtiyekî siyasî yê Kurd hişyarî hat dayîn

.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê li ser darvekirina girtiyekî siyasî yê Kurd hişyarî dan.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ji roja Sêşemê ve girtiyê siyasî yê Kurd Mihêdîn Îbrahîmî li Girtîgeha Urmiyê ji girtiyên din hatiye cudakirin û bo hucreya takekesî hatiye veguhestin.

Mihêdîn Îbrahîmî ji Mijdara 2017an ve bi tohmeta “çalakiyên çekdarî li dijî desthilata Îranê û endamtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê” hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye pesendkirin.

Li gor Ajansa Mafê Mirovan a Kurdpayê ve ku ji çavkaniyekî nêzîkî Mihêdîn Îbrahîmî girtiyê, piştî veguhestina wî bo hucreya takekesî, ti agahiya wan jê nemaye.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, ew nîgeran in ku Îbrahîmî ji bo cîbicîkirina cezayê darvekirinê bo hucreya takekesî hatibe veguhestin.

Mihêdîn Îbrahîmî xelkê gundê Alkawê yê bajarê Şino yê parêzgeha Urmiyê ye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye