Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemir, li ser kuştina bi çekên kîmyewî yên 10 kesan ku 5 ji wan zarok bûn axaftinek kiribû. Ji ber vê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê bûbû gilîdar û doz hatibû vekirin.
6. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê jî Baydemîr darizand û bi tawana 'pesindayîna sûcê û sûcdaran' 2 meh ceza dabû Baydemîrî.
Parêzera Baydemîrî Reyhan Yalçındağ jî îtîraz lê kiribû lê nehatibû pejirandin. Li ser vê yekê Yalçındagê doz derbasî DMMEyê kir.
DMMEê bi çerçoveya azadiya ramanê û vegotina fikrê doz mafdar dît û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Tirkiye dê 2 hezar 975 Euro, tezmînat û hezar Euro jî lêçûnên dozê qerebûyî Baydemîrî bike.