Li ser şaredarîya Gîyadînê qeyûm hat danîn

Piştî ku şaredara HDPyî ya Gîyadînê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, Betul Yaşar îro ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê ve hat desteserkirin, li cihê wê qeyûm hat danîn.

Walîtîya Agirîyê bi daxuyanîyekê aşkere kir, ku îro Şaredara Gîyadînê Betul Yaşar bi tometa “endamîtîya di rêxistina terorê de” û “propagandaya terorê”, li ser biryara Serdozgerîya Komarê ya Agirîyê hatîye desteserkirin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, ku ji ber berdewambûna lêpirsîna di derheqê betul Yaşar de, li cihê wê qeyûm hatîye dîyarkirin. Walîtîyê dîyar kirîye, ku Hasan Dogan wek qeyûmê Şaredarîya Gîyadînê hatîye destnîşankirin.

Îro li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser mala Hevseroka Şaredarîya Gîyadînê Betûl Yaşar de girtin û ew desteser kirin. Tevî Betul Yaşar, hêzên ewlehîyê 4 kesên din jî li Gîyadînê desteser kirine.

Parlamenterê HDPê yê Agirî Abdullah Koç jî ragihandibû, ku polîsan derîyê şaredarîyê jî şikandine û li hundir pişkinîn kirine.

Şaredarîya Gîyadînê di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e