Li ser şarederîya Surê qeyûm hat danîn!

Li ser şaredarîya Surê ya Bakurê Kurdistanê qeyûm hat danîn.

Navenda Nûçeyan- Duhî seroka şaredarîya navçeya Sûr ya Dîyarbekirê, Fîlîz Buluttekîn, bi tohmeta endamtîya rêxistina terorê ji alîyê hêzên polîs ve hat girtin.

Walîtîya Dîyarbekirê ragihand, ji ber ku lêpirsîna Buluttekîn didome, li şûna wê qaymeqamê Sûrê, Abdullah Çîftçî wek qeyûm hatîye danîn.

Bi vî rengî hejmara şaredarîyên Bakûrê Kurdistanê yên ku hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine danîn, gihîşt 32 şaredarîyan.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e