Li ser sînorê Bakur-Rojhilat gundiyekî Kurd hat kuştin

Li ser sînorê Bakur-Rojhilat gundiyekî Kurd hat kuştin

Hat ragihandin ku li gundê Çiliya Jor ê navçeya Ebex a Wanê, li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Şefîk Baga hat kuştin. 

Li gorî zanyariyên gundiyan, li herêmeke nêzî gund dengê çekan hatiye û li ser vê yekê çûne cihê dengê çêkan û li wir rastî cenazeyê Baga hatine.

Cenazeyê Baga ji aliyê leşkeran bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê hatiye veguhestin. 

Li ser sînor gelek caran ji aliyê pasdarên Îranê û leşkerên tirk ve kesên bazirganiya sînor dikin, bi guleyan têne kuştin ku 16ê Tîrmehê jî kurê Şefîk Baga, Azat Baga dema sewalên xwe diçêrand gule lê ketibû û birîndar bûbû.

Dîsa 3yê Tebaxê d jî li heman gundî bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara (46) bi guleya leşkerên tirk hatibû kuştin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne