Li ser sînorê Rojava û Bakur 3 kesan bi teqîna mayînê can da

Li ser sînorê Rojava û Bakur 3 kesan bi teqîna mayînê can da

Li bajarokê Dêrikê yê bi ser parêzgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê  ye, mayînek bi hejmarek welatiyan de teqiya û 3 kesan di encama teqînê de can da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan şevê din, dema ku hejmarek welatiyan dixwest bi rêya gundewarê Dêrikê re bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û piştre ber bi Ewropa ve biçin, mayînek bi wan de teqiya û di encama wê teqînê de 3 kesan can da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên êrîşên Tirkiyê û xirabûna rewşa aborî hewil didin bi ser sînorên bakur de derbasî Tirkiyê bibin û biçin Ewropayê ku dema bi qaçaxî derbas dibin yan ji aliyê leşkerên tirk ve têne gulebarankirin yan jî mayîn bi wan de diteqin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne