Li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê aheng hatin qedexekirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ahengên gelêrî yê di nava cade û kolanan de li tevahiyê bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexe kir. Bi giştnameyê dê çalakiyên weke dawetên kolanan/gundan, daweta sunetkirinê, şeva hineyê, nîşanê ku li 14 wîlayetan

Sînordarkirinê ji bo 14 bajêrên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) de dabû destpêkirin niha ji bo seranserê welat tê cîbicîkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rênimayên nû ji bo sînordakirina ahengan belav kirin û li gor rênimayan, ahengên kolan û cadeyan, şêranî û xwestin û çalakiyên taybet bi mehrkirinê li seranserî welat qedexe kir û biryar e ji roja Înê ve bikeve warê cîbicîkirinê.

Dawet dê bi şêweya merasima nîkahê bên kirin, dawet û nîkah herî zêde dê di saetekê de bên qedandin.

Her li gor rênimayên nû, ew kesên temenê wan ser 65 salan re ye eger xizmê nêzîkî zava yan bûkê nebe, nikare di ahengan de beşdar bibe.

Herwiha di bin 15 salan re jî nikarin beşdarî wan merasîman bibin, ev yek di demekê de ye ku hejmara tûşbûyan û mirinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê careke din bilind dibe.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne