Li Serê Kaniyê 4 kes di teqînekê de hatin kuştin

.

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de 4 kes hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî bombeyeke vedayî li nava bajarê Serê Kaniyê teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 çekdarên grûpên ku Tirkiye piştevaniya wan dike û welatiyên sivîl hatin kuştin.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatine dagîrkirin ve, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car teqîn rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne