Li Serê Kaniyê 5 sivîl di şerê çekdaran de hatin kuştin

.

Li Serê Kaniyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin û di encamê de 5 kesên sivîl û 7 çekdar hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li xala Diwêra ya gundewarê Serê Kaniyê şerekî giran di navbera çekdarên grûpa Sultan Murad de derket. Di şer de çekên sivik,mamnavend û RBJ û top hatin bikaranîn.

Diyar kir jî, gule û topên çekdaran li nava malên sivîlan ketin xwarê, di encamê de jî, yek ji wan zarok û jinek, bi giştî 5 kesên sivîl hatin kuştin. Hejmarek jî birîndar bûn.

Her li gor zanyariyên Rewangehê, di wî şerî de 7 çekdar hatin kuştin û 12 çekdar jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin rakirin.

Rewangehê diyar kir, sedema şerê çekdaran, li ser parvekirina dahata wê rêbendê bû.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê EfrînGirê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car li ser parvekirina dizî û talanê, şer di navbera çekdaran de derdikeve û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

K24

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne