Li Serê Kaniyê di teqînekê de 6 kes hat kuştin û birîndarkirin

.

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî bombeyek li bazara sebzeyan a Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê EfrînGirê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne