Li Serê Kaniyê mayîn bi 5 kesan de teqiya û canên xwe ji dest dan

Li herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, mayîneke vedayî bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê de teqiya û di encamê de her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên berdest i herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, mayîneke vedayî bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê de teqiya, ku dixwestin ji Serê Kaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, di encamê de, her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ew her 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 2 kes ji wan ji Dêrikê ne, 2 ji Qamişlo ne, û qaçaxçiyê ku bi wan re bû, di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane.

Îro cenazeyên wan 5 kesan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û radestî xwediyên wan hatin kirin.

Tirkiyê gundên Girê Sipî û Eyn Îsa topbaran kir

Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê careke din gundên Kaniya Bozaniyê li herêma Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, û li gorî jêderên xwecihî, ziyan tenê madî ne.

Jêderên xwecihî ji gundên Girê Sipî ragihandin, ku artêşa Tirkiyê gundê Sarûj bi 4 mûşekan topbaran kir, û herweha gundên Xalidiyê û Hoşan, yên girêdayî Kaniya Bozaniyê  bi 3 mûşekan topbaran kir.

Li gorî heman jêderan ziyanên topbaran gundên Kaniya Bozaniyê, tenê madî ne, lê metirsî heye ku topbaran ferehtir bibe.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne