Berfê li Şirnexê herî zêde li herêmên çiyayî lê kir û bandoreke neyînî li ser jiyana gelê herêmê kir. Berf, li hinek gundewarên Şirnexê ji 7 metre derbas kir û heta ku stûnên karebayê jî di bin berfê de winda bûn.
Barîna zêde ya berfê, ger gotin di cih de be jiyana gelê herêmê serobin kir. Bi vê yekê re jî karebaya gel qut bû, nexweş nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyan û gel nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne.
Dîcle Elektirîk ku divê pirsgirêka karebayê ya gel çareser bike, ji gel zêdetir li pey daxwazên leşkeran ketiye.
Hat zanîn ku xebatkarên Dîcle Elektrîkê ji bo ku ceyran bi awayekî bênavber bigihîje baregehên leşkerî yên li derveyî sînor û li cihên çiyayî, bênavber dixebitin.