Li Sêrtê kanaya madenê herifî: 3 karker mirin

.

Li Sêrtê kanaya madenê herifî: 3 karker mirin

Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê dest bi lêpirsîna bûyerê kir û heta niha 3 kes desteser kirin.

Li Gundê Madênê yê Şêrwana Sêrtê, kanaya madenê herifi. Di encama bûyerê de 3 karker mirin, 2 karker birîndar bûn.

Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkayayî ji nûçegîhanê AAyê re got ku saet di 01.25 deqîqeyên şevê de kana herifiye: “Bandora herifînê ya li qada madenê ya Etî Bakirê li 5 hevalên me yên karker bû. Ji 5 birayên me yên karker 2 bi birînên sivik rizgar bûn lê mixabir 3 birayên me yên din can dane.”

Birîndar bi ambûlansan birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê dest bi lêpirsîna bûyerê kir û heta niha Y.K. A.T. û D.T. desteser bûn

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e