Li Sêrtê qedexe

Di çarçoveya operasyonên li dijî gerîlayên PKKê de, hikûmeta Tirkîyê li 15 gundên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.

Navenda Nûçeyan - Walîtîya Bedlîsê di derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û ragihand, ku qedexe ji îro Înê ve dest pê dike û heta derxistina biryareke nû berdewam dike.

Walîtîyê ragihandîye, li her 15 gundên Sîyamîr, Sales, Hacîyan, Alekan, Kiryas, Çanges, Boblesur, Kancas, Horîntus, Karwan, Kuta Kesanê, Çemê Xanî, Varşin û Simbanê heta fermanekî nû derketina derve hatîye qedexekirin.

Di daxuyanîyê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku dê li wan gundan li dijî PKKê operasyon bêne pêkanîn û daxwaz ji xelkê deverê hatîye kirin, ku pabendî qedexeyê bin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e