Navenda Nûçeyan - Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustîya Silêmanîyê Ebdula Ehmed ragihand, îro li parêzgeha Silêmanîyê 8 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Dr. Ebdula dîyar kir, ew 8 kes ji bajarê Silêmanîyê, Pênciwîn, Seyidsadiq û Sengaw in.
Amaje bi wê jî da, rewşa hejmareke din a nexweşên Koronayê xirap e û dibe ku hejmara kesên îro li parêzgeha Silêmanîyê canê xwe jidest bidin, bigihe 20 kesan.
Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 4 hezar 679 kesan, jê 141 kesan canê xwe jidest dane, ji wan jî 119 kes li parêzgeha Silêmanîyê ne.
Herwiha heta niha jî 1 hezar û 514 kes ji vîrusa Koronayê baş bûne.