Li Silopyayê erd hejiya

Li navçeya Silopya ya ser bi parêzgeha Şirnexê, îro danê derdora demjimêr 08:50î erdhejeke bi hêza 4.2 Rîxterê çêbû.

Navenda Lêkolînên Erdhejiyê ragihand, ku navenda erdhejê herêma Bugdayliyê ye ku nêzîkî Silopyayê ye. Li gorî heman jêderê, erdhej 5 km di binê erdê de pêk hatiye.

 

Piştî erdhejê li herêmê tirseke mezin kete dilê welatiyan, û ji ber vê yekê hinek welatî newêrin di malên xwe de bimînin.

 

Heta niha di derbarê qurbaniyên îthîmalî û zerara erdhejê de ti agahî nehatine ragihandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin