Li Sine girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd hat darvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihand, duhî danê sibê girtiyekî kurd bi navê Şehram Texşa li girtîgeha navendî ya Sine de hat darvekirin.

Li gorî agahiyan, ew girtiyê kurd ku xelkê bajarê Kirmaşanê bû, bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Şehram Texşa sê sal berê bi alîkariya birayê xwe yê bi navê Şehriyar Texşa, kesek kuştibûn. Ew bi îdadmê û birayê wî jî bi 40 sal zîndan hatibû mehkûmkirin. Birayê wî niha li girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê de ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne