Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Mumîn Zend Kerîmî yê 18 salî şeva Çarşemê di dema xwepêşandanên bajarê Sineyê de hat gulebarankirin û piştre li ser rêya nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Hengawê diyar kir, “Ji ber zextên dezgehên ewlekariyê yên Îranê cenazeyê wî ji bo veşartinê bo gundê Maçkê hatiye veguhestin.”
Di vîdyoyeke ku ji aliyê Hengawê ve hatiye belavkirin de, bavê Mumîn, Ubeyd Zend Kerîmî mirina kurê xwe piştrast dike û rewşên li ser wê bûyerê eşkere dike.
Rêveberê Hengawê Erselan Yarahmedî îro Pêncşemê ji Rûdawê re got, “Mumîn xwe nekuştiye û ti pirsgirêkeke wî ya tenduristî nebûye ” û anî ziman, “Hêzên ewlehiyê ji dûrahiya du metreyan gule berdane wî û piştre bi tundî lê xistine.”
Rayedarên Îranê gelek caran ji bo kuştina xwepêşanderên ciwan ravekirinên pêşkêş kirine, bi gelemperî îdia dikin ku wan xwe kuştiye an ji aliyê xwepêşanderan ve hatine kuştin ku ew wekî "serhildêr" binav dikin.
Sine bû navenda tepeserkirina hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser xwepêşandanên heft hefteyî yên piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî dema ku di Îlonê de bi îşkeceya polîsên exlaqî yên Îranê ve canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên herî dawî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Osloyê ye roja Çarşemê herî kêm 277 xwepêşander ji wan ku 40 zarok in hatine kuştin. Hengaw dibêje, herî kêm 59 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û zêdetirî 4,000 kes jî birîndar bûne.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) jî ragihand, di destpêka vê hefteyê de, Rapêrê Kurd Saman Yasîn ê 27 salî ji aliyê dadgeha Îranê ve bi “dijminatiya Xwedê û civîn û lihevkirina bi mebesta pêkanîna tawanên li dijî ewlehiya welat” hate tawanbarkirin.
Rapper hate dîtin ku wî çend post belavkirine ji bo piştgirîkirina serhildana li dijî kuştina Jîna Emînî.