Ji kontrolkirina Şingalê heta niha mezargehên Şîe hatine avakirin û Kurdên Êzidî jî vê yekê weke metirsiyeke mezin dibînin û hişyariyê didin ku “cografiya deverê ji destê Êzidiyan derdikeve.”
Şîeyên Şingalê bingeheke rewşenbîrî li navenda bajarê Şingalê vekirin ji bo vehewandina xelkê û fêrkirina zarokan bo çanda Şîe. Herwiha biryar hatiye dayîn di van demên nêzîk de li tenişt wê bingehê, dê Huseyniyek jî bê avakirin.
Ebas Ebdulla, mixtarê Şîe li Şingalê dibêje, “Mezargeha Seyda Zeyneb ku DAIŞê têk biribû hat avakirin. Em dê Huseyniyê jî ava bikin.”
Şieyên Şingalê tenê li navenda bajar in û piraniya wan Kurd in û beşa din jî ji netewa Ereb in. Amareke rast li ser hejmara wan nîne. Lê Êzidî dibêjin, roj bi roj hebûna wan zêdetir û berçavtir dibe.
Hezar 400 sal berî hatina Misilmanan Êzidî li Şingalê hebûn û Êzidî guherîna cografiya Şingalê wek karesatekê dibînin.
Xîru Murad, dukandar, dibêje, “Heşda Şeibî di Şingalê de ye û desthilat di destê Şîeyan de ye.”
Ilyas Hecî, xwendekar, dibêje, “Hemû dizanin piştevaniya Şie ji Necef û Kerbela ye û mezargehan ava dikin û cografiya Şingalê tê guherîn.”
Li Şingalê 28 mezargehên Êzidiyan hebûn û 8 ji wan ji aliyê DAIŞê ve hatin rûxandin û hîn nehatine nûjenkirin.
Beriya DAIŞê tenê yek mezargeha Şîe hebû û niha 4 mezargehên Şîe li navenda Şingalê hatine avakirin.
Mîrza Bekir, mamoste, dibêje, “Bêguman cografiya deverê dê ji destê Êzidiyan derkeve, eger Êzidî venegerin. Şîe vedigerin û mezargehên xwe ava dikin. Gund û mal hemû dê ji destê Êzdiyan derkevin.”
Ji ber ku Şîe dibêjin, malbata me ya Elî piştî şerê Kerbela bi rêya Şingalê derbasî Şamê bûn û 3 şev û 3 rojan li Şingalê man, Şingal ji bo wan jî bû cihekî taybet.
Di demekê de ku Şingal mezintirîn bajarê Kurdên Êzidî lê niha hêdî hêdî hejmara mezargehên Şîe li Şingalê zêde dibin.