Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo got: “Şeva borî hêzeke Bedir ser bi Heşda Şeibî bi navê artêşa Iraq û Îstîxbarata Iraqê bi armanca pişkinînê çûne baregaheke me ya li navenda Şingalê û hemû wê hêza ku li baregahê bû birine.”
Li ser vê bûyerê hêzên Pêşmerge yên ser bi Heyder Şeşo li Şingalê ketine amadebaşiyê.
Heyder Şeşo ragihand: “Hêza me niha di amadebaşiyê de ye. Me rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê û beşekî Şigalê girtine û Hêza Parastina Êzidxan rêyên çûnûhatinê bo Sinûnê girtine. Eger hêzeke Heşda Şeibî dest bi liv û tevgerekê bike, em dê bersiv bidin.”