Li Şingalê pevçûn: 5 leşker birîndar bûn

.

Di şerê YBŞ û leşkerên Îraqê yên li Şingalê de 5 leşkerên Îraqê û 3 şervan birîndar bûn.

Şeva borî li navenda Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzên Îraqê de pevçûn derket.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Şingalê Luqman Sultan ji Rûdawê ragihand ku 5 leşkerên Îraqê di vê pevçûnê de birîndar bûne.

Luqman Sultan diyar kir ku birînên wan leşkeran sivîk in.

Li gorî agahiyan, dema leşkerên Îraqê bi pey “tometbarekî” ketine vê pevçûnê rû daye.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî da zanîn ku leşkeran xwestiye wesayîtekê rawestînin lê dema wesayît ranewestiyaye wan gule lê reşandine.

YBŞyê diyar kir ku di vê êrişê de 3 şervanên wan birîndar bûne û rewşa şervanekî krîtîk e.

Di nava sê salên borî de ev cara sêyem e ku şer di navbera YBŞ û artêşa Îraqê de derdikeve.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e