Li Şirnex û Êlihê bi rojan e av li ser gundan qut kirine

.

Li Şirnexê gundê Hespistê, li Êlihê jî bajaroka Bekîrhanê û gundên Zîlan, Selivê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskûtê û Holê bi rojan e bê av in.

Li Êlîhê, Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi sedema ku deynên xwe nedane, ji 23yê Hezîranê û vir ve elektrîka çend deveran qut kiriye.

Ji ber ku elektrîk qut kirine, ava gundên bajaroka Bekîrhanê, gundên Zîlan, Selivê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskûtê û Holê yê navçeya Hezoyê jî hatiye birîn û bi rojan e gundî bê av mane.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, welatî bi traktoran diçin avê ji çemê Batmanê an jî ji qenala avdaniyê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tînin gundan û li malan belav dikin. 

Li ser trafoyê ku elektrîkê dide van dînamoyên avê kamera bicih kirine û nahêlin gundî elektrîka qûtkirî berdin.

Li gorî heman nûçeyê bi milyonan lîre deynê elektrîkê li van gundan birîne. Gundî destnîşan dikin ku ew nikarin vî deynî bidin û ew nizanin wê çi bikin.

Li Şirnexê ava gundekî bi rojan e qut kirine 

Li Şirnexê jî kayûmê Şaredariya Hezexê ava gundê Hespistê qut kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, ava gund ji 29ê Hezîranê û vir ve nayê. Kayûmê Hezexê bi sedema ku ava navçeyê kêm bûye ava vexwarinê ya gundiyan birî. Gundê ku 155 mal lê hene û bi rojan e ava wan nîne.

Şêniya gund Halîme Tekînê gotiye, ji ber ku av nîne ew nikarin karekî bikin: "Ji ber avê em zehmetiyê dikişînin. Sewalê me, darên me bê av mane. Ava me tune ye. Ma mirov ava gundekî qut dike? Destpêkê ava me ya dehlî birîn û pişt re jî hatin ava me ya vexwarinê qut kirin. Hin mal, bîrên wan hene. Lê yên weke me yê ku bîrên wan tune ne, wê çawa îdare bikin? Dewlet hatiye ava me biriye û gund bê av maye. Em her mehê pereyê avê jî radizînin. Em bê av in. Sewalên min û darên min bê av in. Bila ava me berdin."

Sacîda Bûlûtê jî diyar kiriye ku di vê germê de ava wan hatiye qutkirin û vê wekî "dijminahiyê" pênase kir: "Ji ber tunebûna avê heywanên me ziwa bûn. Makineyên me yên cilan naxebitin. Em nikarin pêdiviyên xwe însanî jî pêk bînin. Em ê bê av çawa îdare bikin? Her malek, 100-200 pezê wan hene. Heger av nebe, ev pez wê tî çi bike? Ev ne wijdanî ye. Mirov dikare birçî bimîne, lê mirov nikare tî bimîne. Dilopek av nayê malên me." 

Sarya Sakayê jî bertek nîşan daye û xwestiye tavilê ava wan bê berdan: "Ava me çawa girtine bila wisa jî berdin. Em bê av îdare nakin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Av nîne ku ez bidim dewarê xwe. Ev 5 roj in ji ber tunebûna avê heywanê me hemû nexweş ketine. Gotin av nayê Hezexê, em ê ava we qut bikin. Ma ev pirsgirêka me ye? Pêwîst e vê pirsgirêkê rayedar çareser bikin. Çareserî nequtkirina ava gund e.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir