Li Şirnexê 15 herêm hatin qedexekirin û operasyon hat destpêkirin

Li bajarê Şirnexê 15 navçe weke ‘herêmên serbazî’ hatin ragihandin. Li Çîyayê Gabarê jî artêşa Tirkîyê operasyonek da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya parêzgarîya Şirnexê, li wî bajarê bakurê Kurdistanê, 15 navçe weke ‘herêmên ewlekarîya taybet’ hatin destnîşankirin.

Herwiha li gor wê daxuyanîyê, ew navçeyên ku herêmên çîyayên Cûdî, Gabar, Kato û herwiha zozana Feraşînê jî di nav de ne, ji 31ê Çileyê heta roja 14ê Sibatê hatine qedexekirin û nabe hemwelatî derbasî wan navçeyan bibin.

Li alîyê din artêşa Tirkîyê li Çîyayê Gabarê, li dijî gerîlayên PKKê, bi navê ‘Kapan-5’ dest bi operasyoneke nû kir.

Li gor daxuyanîya Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, hejmareke cerdevanan jî di nav de, bi giştî 780 kes di wê operasyonê beşdar in.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e