Li Şirnexê fîgura mirovê li ser hespê yê 6 hezar salî hat şikandin

Li Şirnexê rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê gotin dîroka wê vedigere bo 6 hezar sal berê niha, hat şikênandin.

Navenda Nûçeyan - Kesek an jî kesên ku nasnameya wan hêj nehatîye zanîn, bi alavên devtûj zirar dan rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê gotin 6 hezar sal berê li ser kevir ku wekî "Derwazeya Qralan" tê binavkirin û li bajarokê Qesrikê çîyayên Cûdî û Gabarê ji hev cuda dike, hatîye neqişandin.

Tîmên Fermandarîya Cendirmeyê Parêzgeha Şirnexê ji bo desteserkirina kes an jî kesên ku zirar dan rolyefê, xebat dan destpêkirin.

Şaredarê berê yê Qesrikê Bahattin Şanli dîyar kir ku nîştecihên bajarok bertek nîşanî wê yekê dan ku êrîş li rolyefê 6 hezar salî hat kirin û wiha axivî: “Zirar dan fîgurê mirovê li ser hespê. Zirar dane peykerê jinê yê li ser hespê. Der heqê bûyerê de lêkolîna cendirmeyê didome. Em wisa difikirin, yên ku li zêr û xezîneyan gerîyane, zirar danê. Me çend caran li herêmê dît û me midaxele kir. Di demeke ku em li bendê ne geştyar werin herêmê, bûyereke bi vî rengî diqewime ku mirov li ber xwe dikeve."

Xelkê bajarok Sinan Salgut jî wiha got: “Em xemgîn in ku zirar dane nirxê dîrokî ya 6 hezar salî. Em dixwazin cezayê pêwîst bidin kesên ku ev yek kirine."

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn