Li Şirnexê Hevşaredara Cizîrê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin

.

Polîsan li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê girtin ser malan û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de, gelek kes desteser kirin. 


Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex û Silopya, di girtina ser malan de, polîsan Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin, Hevseroka HDPê ya Hezexê Nafiye Gecgel, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Asûman Kulter, rêvebirê HDPê yê Şirnexê Sekvan Kilinc û Endamê KCDê Ekrem Şavlûk desteser kirin. 


Herwiha polîsan li navçeya Hezexê girtin ser mala siyasetmedar Resûl Sadak jî, lê ji ber ku Sadak ne li mal bû ew desteser nekirin. 


Sedema operasyonê nayê zanîn û li gor zanyariyan, wê hejmara kesên bên desteserkirin zêde bibin. 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne