Îro serê sibeha 16ê mijdarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve li dijî gelek akademîsyen û mamosteyên zanîngehan operasyonek hat lidarxistin û di encamê de bi dehan akademîsyen û mamosteyên zanîngehan hatin desteserkirin.
Ew operasyona li dijî wan akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê rasterast bi wê raporta Yekîtiya Ewropayê re peywendîdar e, ku di derbarê Tirkiyê de hate belavkirin û têde tê xwestin endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê were rawestandin.
Yek ji akademîsyenên din jî Betul Tanbay e, ku ew jî li Zanînegha Bogaziçiyê kar dike û di heman demê de Seroka Komeleya Bîrkarî ya Tirkiyê û yek ji rêveberên Komeleya Bîrkarî ya Ewropayê ye.
Li gor zanyariyan ev akademîsyen di warê akademiyê de li Tirkiyê gelek navdar in û wek teorîsyenên akademiya laîsistan têne zanîn û bi Osman Kavala ve girêdayî ne, ku Kavala karsazekî çepgir e, peywendiya wî ya li gel welatên Ewropa û cîhanê gelek zêde ye û ev salek e girtî ye.
Li gor medyaya hikûmetê tawanên li wan kesan hatiye girtin ew e, ku wan kesan di serîhildana sala 2013an a Parka Gezî ya Stenbolê de him rêveberî kiriye him jî ew serîhildan fînanse kiriye û bo ew fikir di nav civakê de belav bibe, kar kiriye, ku Osman Kavala jî bi van tawanan ev salek e di girtîgehê de ye û hêj îdianameya wî aşkere nebûye.