Li Stenbolê çalakiya 'Em nikarin debara xwe bikin'

.

 Li Tirkiyê nerazîbûnên derbarê zêdekirina bihayê elektrîk û gazê û hemû kelûpelên din de berdewam in.

Li navçeya Kadikoy a Stenbolê welatiyan bi armanca protestokirina zêdekirina bihayê elektrîk û gaza xwezayî bi betanî û mûman çalakiya rûniştînê kirin.

Li gor agahiyan hejmarek niştecihên navçeya Kadikoyê li Cadeya Bahariyê kom bûn û bi çalakiya `em nikarin debara xwe bikin`, bihabûnên destpêka salê protesto kirin û bo welatiyan mûm belav kirin.

Welatiyan diyar kir ku faturaya elektrîkê ya malbateke 4 kesî bi zêdekirina ji sedî 72 gehişteye 364 lîreyên Tirkî û daxwaz kirin zêdekirina nirxê elektrîk û gazê bê betalkirin û kompanyayên enerjî û gaza xwezayî bên gelemperîkirin.

Li Kadikoyê welatiyan hefteya borî rêze çalakiyên `Em nikarin debara xwe bikin` dan destpêkirin û bi armanca balê bikşînin ser bihabûnê bi betanî, mûm û kelûpelan derdikevin kolanan.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e